Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk her diçe zêde dibe.
Pêşmergeyên Dêrîn piştgirî dan berxwedana gerîla ya dijî êrîşên dagirkeriyê.
Çalakvanên siyasî yên Hewlêrê jî bang li hikûmetên Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigrin.
Li başûrê Kurdistanê bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya bi berxwedana gerîla re her diçe zêde dibe.
Pêşmergeyên Dêrîn yên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriya Tirk anîn ziman.
Pêşmergeyê Dêrîn ê bi navê Hesen Mihemed diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ziyanê digihîne Başûrê Kurdistanê û yên ku bi dagirkeriya Tirk razîne xiyanetê li gelê Kurd dikin.
Hesen Mihemed anî ziman ku ew bi dil û can piştgiriyê dide gerîla, ji ber ku gerîla parastina xaka Kurdistanê dikin.
Pêşmergeyê Dêrîn Umer Mihemed jî diyar kir ku komek li Zînî Wertê dikevin pêşiya leşkerên Tirk û tînin nav xaka Başûrê Kurdistanê û got:
“Anîna leşkerên Tirk ji bo nav xaka Kurdistanê, rastî nerazîbûna gelê Kurd hemû hatiye.
Bi rastî dijmin her dijmine, çi Sedam Hisên be û çi jî Tirkiye be. Ji ber ku hemû dijminê Kurdan in.”
Pêşmergeyê Dêrîn Umer Mihemed bang li her kesî kir ku xwedî helwest bin û dijî dagirkeriyê dakevin kolanan.