Li Hesekê ji bo piştgiriya gerîla çalakiyeke hunerî hat lidarxistin

Tevgera Çand û Hunerê Li bajarê Hesekê, ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewlet Tirk û PDK’ê çalakiyeke hunerî hat lidarxistin.

Çalakî bi amadebûna bi dehan şêniyan li parka Kawa ya li taxa Miftî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de endamê Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Mihemed Cûdî axivî.

Mihemed Cûdî diyar kir ku ew piştgirî didin berxwedana gerîla û hevkariya PDK’ê bi dagirkeriyê re şermezar kir.

Di çalakiyê de koma Xabûr stran gotin, beşdaran li ber stranan govend gerand.

Back to top button