Li Helebê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar ket

Ji bo Roja Cîhanê ya Aştiyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê festîvala 2. a Zarokan li dar xist.

Festîval li Qada Şehîdan a rojavayê Şêxmeqsûdê bi tevlibûna bi dehan komên stran û govendê pêk hat.

“Aştî û azadî bingeha xweşbûna jiyana zarokan e” slogana ferstîvalê bû.

Di festîvalê de bi navê Tevgera Hîlala Zêrîn Axîn Reşo axivî û festîval li zarokan û beşdaran pîroz kir.

Axîn Reşo hêvî kir ku aştî li cîhanê belav bibe û zarok di nav aramiyê de bin.

Piştî axaftinan gelek komên stran û govendê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Dawiyê, beşdaran fedekariyên şehîdan silav kirin û banga avakirina welatekî demokratîk û azad kirin.

Back to top button