Li Reqayê bi beşdariya dehan hiqûqnas û rewşenbîrên herêmê komxebat pêk hat

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî têkoşîna li dijî tecrîdê didome.
Doh li Reqayê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komxebata Hiqûqî ya parastina rêber Abdullah Ocalan li darxistin.
Însiyatîfa Azadiya rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê jî bi heman armacê li Helebê panêlek li darxist.Di calakiyên li dijî tecrîdê de teqezî hate kirin ku vekirina deriyê Îmralî, deriyê aştiyê li Rojhilata Navîn vedike.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi çalakiyên cûda li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan tê dikoşin.

Doh li Reqayê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Komxebata Hiqûqî ya parastina rêber Abdullah Ocalan li darxistin.

Kom xebat bi slogana “Di çarçoveya tecrîd û darizandina nehiqûqî de parastina rêber Apo dike” pêk hat.

Gelek hiqûqnas û Rewşenbîrên Kurd, Ereb, Asûr, Çerkez, tirkmen, di komxebatê de amade bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nirxandin kirin.

Di komxebatê de, serokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen axivî û got:

Piştî axaftinên berfireh komxebat bi encamnameyeke bidawî bû.

Çend xalên encamnameya komxebatê wiha ne:

daxuyanî encamname di ftp Reqade ye vê karbînin

  • Lidarxistina kongreyeke hiqûqî li ser asta Rojhilata Navîn der barê komploya li dijî birêz Abdullah Ocalan û bandora wê li ser Rojhilata Navîn.
  • Xurtkirina çalakiyên hiqûqî û diyagolê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan.
  • Avakirina yekitiyeke parêzeran li ser asta Rojhilata Navîn ji bo rêgirtina siyasetên dij hiqukî ku li dijî birêz Abdullah Ocalan pêk tê.
  • 601 parêzerên Bakur û Rolhilatê Sûriyê ji CPT re nameyek şandin da ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe..

“Azadiya Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Ocalan pêkan e”

Însiyatîfa Azadiya rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê jî bi heman armancê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dirûşma “Îmralî deriyê aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye”, semînerek li darxist.

Di semînerê de bi dehna hiquqnas, rewşenbîr û siyasetmedar, amade bûn.

Nivîskar û rojnamevanê Misrî, Ilhamî El Milîcî bi peyameke bi dîmen de tev li semînerê bû û diyar kir ku Projeya Ocalan a neteweya demokratîk wek çareseriya kirîzên Rojhilata Navîn e.

Kamîran Berwarî jî dazanîn ku Rêber Ocalan bi fikrê xwe nûnertiya kurdên azad û nasnameya resen a gelên rojhilata navîn û hemû bindestan dike.

Beşdarên semînerê di dawî de teqezkirin ku azadiya gelên bindest bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve girêdayî ye.

Back to top button