Kobanê-Şehîd Mistefa li ser gora xwe hat bibîranîn
July 18, 2023
13
Îro salvegera 7’an a şehadeta nûçegihanê me Mistefa Mihemed e. Ji bo derxistina rûyê heqîqet û derxistina rastiyê ji raya giştî re, Şehîd Mistefa bê navber têkoşîn kir û di 18’ê Tîrmeha 2016’an de di operasyona rêzgarkirina Minbicê de şehîd bû. Bi dehan rojnemevan, hevrê û malbat ji bo bîranîna şehîd Mistefa berê xwe da Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê û şehîd Mistefa bi bîr anîn.