Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Bûldan ku li Stenbolê bi komeleyên herêmê re hat ba hev, got: “Desthilatdariya AKP’ê êrişî kurdan dike, wê kurd li ber xwe bidin û bi ser bikevin, ji ber ku em rêwiyên rêya sêyemîn in”.
Bi tevlêbûyîna Komîsyona Têkiliya bi Saziyên Civaka Sivîl û Partiyên Siyasî re ya HDP’ê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Bûldan, li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemil Candaş, bi komeleyên herêmê re hat ba hev.
Bûldan di çarçoveya hevdîtinê de daxuyanî da û got:
“Kurdan heta bi niha bedelên giran dane û bi awayekê bi rûmet têkoşiyane.
Desthilatdariya AKP’ê, hiqûq û yasayên cuda ji bo Kurdan pêk anîn.
Rêveberî guherîne lê zilm her wek xwe maye.”
Perwîn Bûldan: Kurd wê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
Perwîn Bûldan diyar kir ku zilma dewleta Tirk a li ser Kurdan li her derê berdewam e û wiha pê de çû:
“Ev êriş û komkujî nîşaneyên wê yekê ne ku desthilatdarî û yên pê re tevdigerin ji Kurdan û nûnerên wan HDP’ê ku siyaseta demokratîk dike, ditirsin.
Bila bitirsin, wê Kurd bi ser bikevin.”
Perwîn Bûldan: Tecrîd pêkanîneke kêfî ya hikûmeta AKP’ê ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê îşaret bi Tecrîda li Îmraliyê kir û got:
Tecrîda li Îmraliyê dan destpêkirin li girtîgehên din û hemû warên jiyanê belav kirine.
Tecrîda li dijî Rêber Ocalan ne exlaqî, ne wijdanî ne jî hiqûqî ye.
Em dizanin ku ev tecrîd siyasî ye û pêkanîneke kêfî ya hikûmeta AKP’ê ye.
Perwîn Bûldan: Em ê bi yekîtî û têkoşîna xwe bi ser bikevin
Perwîn Bûldan axavtina xwe bi van gotinan dawî kir:
Tifaqa Ked û Azadiyê bi namzedê/a xwe heye.
HDP ne aliyê tu maseyê ye û wê nebe.
Em rêwiyên rêya sêyemîn in.
15’ê Çîleyê em mîtîngeke mezin li Qada Kartalê li dar bixin.
Ev mîtîng wê bibe nîşaneya yekîtî û têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyê.
Ez ji dil bawer dikim ku em ê bi ser bikevin.