Li Êlih û Mêrdînê 16 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya oparasyonên qirkirina siyasî ya faşîzma AKP’ê li dijî gelê kurd de, li Mêrdîn û Êlihê 16 kes hatin binçavkirin.

Bi îdîaya ku tevlî merasîma cenazeyê Şervanê YPG’ê Necmettîn Îlhan ê 22’ê Îlona 2014’an li Kobanê şehîd bûyî bûne, li Êlihê faşîzmê oparasyona qirkirina siyasî pêk anîn.

Di lêpirsîna li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de 15 kes hatin binçavkirin.

Li Mêrdînê jî ji parêzerên Baroya Mêrdînê Abdulkadîr Guner hate binçavkirin.

Parlamenter û endamên HDP’ê ya Wanê ji ber polîsên faşîzma AKP’ê bêagahî ketina avahiya wan û binçavkirinan de daxuyaniyek dan û gotin:

Desthilatdariya xwedî rêbazên çete û mafyayê, bi van rêbazan, bi dixwaze hişmendiya DAIŞ û çeteyane teslîm bigire.

Lê emê tu çarî paşve gav ne avêjin.

Back to top button