Li dijî Peymana Sedsalê çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin

Li dijî pîlana Trump a bi navê ”Peymana Sedsalê” çalakî hatin lidarxistin.

Li Filistîn û Urdinê li dijî peymanê xwepêşandan hatin lidarxistin û li Bexdayê jî Yekîtiya Zanistên Berxwedanê dicive.

Koalîsyona Netewî ya rûbirûbûna ”Peymana Sedsalê” xwepêşandanek li pêş Balyozxaneya Amerîkî ya li paytexta Urdinê Ammanê li dar xist.

Xwepêşanderan bang li welatên Ereb kir ku Peymanên aştiyê yên bi Îsraîlê re bidawî bikin û li dijî ”Peymana Sedsalê” bibin yek.

Li Xezayê jî li ser banga ”Desteya Netewî ya Meşên Vegerê” Xezayî li dijî ”Peymana Sedsalê” û pîlanên Trump, daketin qadan.

Her weha Yekîtiya navdewletî ya zanistên berxwedanê îro li Bexdayê civînek ji bo redkirina ”Peymana Sedsalê” li dar dixin.

Back to top button