Li Sêmalkayê 83 roj in malbatên şehîdan li bendaa wergirtina cenazeyên şehîdan e

Bênavber 83 roj in, malbatên şehîdan li Sêmalka çalakiya xwe didomînin. Tevî gelek hewldanan jî, heta niha PDK’ê cenaze nedane û bersiv jî nedaye.

Wê bibin sê meh û heta niha malbatên şehîdan cenazeyên xwew wernegirtine.

PDK’ê ya ku ew şehîd xistine, ne cenazeyan dide û ne jî li ser mijarê bersivekê dide.

Heta niha gelek caran malbatan hewl daye bi rengekî fermî daxwazên xwe bînin ziman, lê belê rê ji wan re nayê dayîn.

Vê yekê jî hişt ku malbat çalakiya xwe bi dawî nekin û li benda wergirtina cenazeyan bimînin.

Tevî ewqas dem jî derbas bû, bangên wan bi cih nehatin.

Bi ser de jî deriyê Sêmalka ku cihê çalakiyê ye, ji aliyê xwe ve girtin.

Malbat dibêjin ew ê çalakiya xwe heta wergirtina cenazeyan bidomînin.

 

Back to top button