Gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê êrişên ser Şengalê şermezarkirin

Bertekên li dijî hewldanên PDK’ê û Artêşa Iraqê yên ji bo dagikirina Şengalê jî zêde dibin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyên cuda êrişên li ser Şengalê şermezar kirin.

PDK’ê û Artêşa Iraqê ji 18’ê Nîsanê ve hewl didin Şengalê dagir bikin.

Ev yek beriya demekê hate diyarkirin ku artêşa Iraqê êrişî hêzên Şengalê kiribû, ev tişt jî bi rêya planeke hevbeş a bi dewleta Tirk re pêk hat.

Îro bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Şengalê, gelê herêmê bi tevahî pêkhatiyên xwe daxuyanî dan û piştrast kirin dê her li pişta gelê Êzidî bin.

Pêkhateyên navçeya Til Temir bi daxuyaniyekê êrişên li ser Şengalê şermezar kir û wiha hate gotin:

Piştî êrişa 2014’an a li ser Şengalê, hewldanên têkbirina aramî û ewlehiya li Şengalê tê kirin.

Bi desteka gelek aliyan di serî de dewleta Tirk a qirker hewl tê dayîn ku Şengal were dagirkirin.

Em êrişên li ser gelê me yê Êzidî de têne kirin şermezar dikin.

Li Dêrikê jî daxuyanî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku tiştên li Şengal têne kirin li dijî exlaq û zagonên mirovahiyê ne.

Hate gotin:

“Dem dema azadiyê ye, divê gelê me bizanibe ku rêyekê ji bilî berxwedanê û şopandina rêya şehîdan tune ye.

Em wekî malbatên şehîdan êrişên li ser Şengal şermezar dikin û berxwedana gelê xwe yê Êzidî silav dikin.”

Her wiha Meclisa navçeya Dirbêsiyê jî daxuyanî da.

Meclisê diyar kir ku planeke qirêj li dijî gelê Êzidî li Şengalê tê kirin.

Meclisê da zanîn ku êrişên artêşa Iraqê li ser Şengal derveyî exlaqê mirovî ne û got:

“Artêşa Iraqê bi van êrişan destekê dide dewleta Tirk da ku planên xwe yê dagirkirinê pêk bîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên azadîxwaz û demokratîk hate kirin ku li dijî van êrişên qirkirinê bisekinin.

Back to top button