Artêşa Iraqê li dijî Şengalê êrişa dagirkirinê da destpêkirin

Plan û êrişên li ser Şengalê dewam dikin. Artêşa Iraqê du roj berê careke din li dijî Şengalê êriş da destpêkirin. Li nahiyeyên Sinûnê û Dugirê şerên giran qewimîn. Artêşa Iraqê bi tankan û çekên giran Şengal topbaran kir. Mal û dibistan hatin bombebarankirin.
Alaziya li Şengalê dewam dike.

Ev demeke tevgera Artêşa Iraqê li Şengalê zêde bûye..

18’ê Nîsanê, artêşa Iraqê destpêkê li Sinûnê û piştre jî li xeta başûrê Çiyayê Şengalê dor li bendên Asayîşa Êzidîxanê û YBŞ-YJŞ’ê girtin.

Ev jî bû sedem ku alozî derkeve û rêveberiya Xweser a Şengalê bang kir ku hemû pirsgirêk bi diyalogê dikarin werin çareserkirin..

Duh di saetên sibê de liv û tevgar artêşa Iraqê zêdetir bû û gelek çekên giran û tang sewqî herêmê hatin kirin…

Artêşa Iraqê bi vê hêzê xwestin bikevin Şengalê..

Lê li vir rastî berxwedaniya hêzên Asayîşa Êzîdxan, YBŞ-YJŞ û civaka Êzidî hat.

Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê bi fermana Fermandariya Operasyonên Musilê ku dibin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de ye van êrişan pêk tîne..

Artêşa Iraqê ji milê gundê Tirbika ve ku girêdayî Rabîa ye, hêzek mezin ber bi Sinunê ve şand û xwest bikeve Şengalê.

Di heman demê de ji milê Hardan ve jî hêzeke mezin xiste tevgerê..

Li herêma Dugurê jî hêzek zêde ya Iraqê hat komkirin, dest bi êrişê hat kirin û di êrişê de tang jî hatin bikaranîn..

Helîkopter jî li ezman digeriyan..

Artêşa Iraqê ji bo van êrişên xwe rewa bide nîşandan jî îda dike ku ew ji bo ewlehiyê û aramiyê bîne Şengalê hatiye..

Lê rastiya van êrişan di van dîmenan de dîyar dibe..

Êrişên hêzên artêşa Iraqê, bû sedem ku gelek deverên xelkê wêran bibin..

Li hemberî van êrîşên, civaka Êzidî jî kete nav liv û tevgerê, dayîk, ciwan û kesên temen mezin ji bo piştgiriya hêzên parastina Şengalê daketin qadan..

Êrişê heta duh esirê dewam kir û şerê giran qewimî.

Piştî ku hêzên artêşa Iraqê dîtin ku wê nikaribin bikevin Şengalê, êriş rawestiyan, lê alozî dewam e..

Îro di seatên sibehê de jî şandeyeke leşkerî ya artêşa Iraqê ku Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr El-Şemerî û Serfermandarê Giştî yê artêşê Ebdulemîr Reşîd Yarallah tê de cih digrin gihîşt Şengalê.

Back to top button