Di ser komkujiya Dersimê re 84 sal derbas bûn

Di dîrokê de dewleta Tirk ya faşîst li dijî Kurdan gelek komkujî pêk anîne. Komkujiya Dêrsimê ya beriya 84 salan jî yek ji van komkujiyane ku bi deh hezaran kes hatin qetilkirin. 84 sal ji ser Komkujiya Dêrsimê derbas bûn. Şahidên komkujiya Dersîmê komkujiyê wek roja reş penase dikin û dibêjin, “Komkujî û zextên li ser kurdan hê jî dewam dike, tiştekî hatiye guhertin tune ye”

Dewleta TIrk di salên 1937-38’an de li Dêrsimê komkujî pêk anîn.

Di komkujiyê de bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Di ser komkujiya Dêrsimê re 84 sal derbas bûn.

Dewleta Tirk di 4’ê Gulana 1937’an de bi navê “Biryara Tenkîl a Dêrsimê” biryarnameyek taybet derxist.

Piştî biryarnameyê leşkeran bi hezaran Dêrsimî ji malên wan derxistin û di şikeftan de bi komî qetil kirin. ,

Di vir de jî dîsa bi bombebaran, çekên kîmyewî, ji avêtina ji ser lat û zinaran mirov hatin kuştin.

Li gorî daneyên fermî di sala 1937’an de hezar û 737 kes u di sala 1938’an de jî 6 hezar û 868 kes hatin qetilkirin.

Lê li gorî şahidên bûyerê di nava 2 salan de herî kêm 70 hezar kurdên Dêrsimê hatin qetilkirin.

Bi deh hezaran Dêrsimî jî bi trênan sirgûnî bajarên Anatoliya Navîn kirin.

Zarokên keçik ên malbatan ji wan stendin û wekî xanîmet dan leşkeran.

Şeniyên Dêrsimê her sal 4’ê Gulanê wekî roja reş “roza şiyayê” bi bîr tînin

Şêniyên Dêrsimê piştî komkujiyê her sal 4’ê Gulanê wekî Roja Reş “Roza Şiyaye” pênase dikin û kesên di komkujiyê de hatin kuştin bibîr tînin.

Şahidên komkujiyê heta niha ew roj ji bîr nekirine.

Yek ji şahidê komkujiyê Xeyrî Pîlav ê 86 salî ye.

Şahidê komkujiyê Xeyrî Pîlav: Komkuji û zextên li ser Kurdan didome, tiştekî hatiye guhertin nîne

Xeyrî ê li gundê Agzunîk yê Xozatê dijî, qala êş û zilma wan rojan kir.

Pîlav, da zanîn dema ew ji ber leşkeran direvin têne girtin û bi komî sirgûnî navçeya Seyitgazî ya Eskîşehîrê tên kirin.

Xeyrî Pîlav tîne ziman di dema sirgûnê de ji malbata wî 7 kes jiyana xwe ji dest didin û dibêje:

“Piştî em 9 salan li sirgûniyê man, tenê ez û diya xwe bi saxî vegeriyan Dêrsimê.

Vê carê di sala 1994’an de gundê me vala kirin û şewitandin

Xizmên me jî di nav de zarok û mezin gelek kes di malan de bi saxî hatin şewitandin.”

Şahidê komkujiya Dêrsimê Xeyrî Pîlav dawî got:

“Komkujî û zextên li ser kurdan hê didome, Tiştekî hatiye guhertin tune ye”

Şahida komkujiyê Yemuş a 101 salî: Em bi çavên vekirî ji vê dinyayê diçin

Yemuş Bakiray a 101 salî ya ji Gundê Baxtarin ê Xozata Dêrsimê jî yek ji şahidên Komkujiya Dêrsimê ye.

Yemuş bûyerên wê demê ku bi xwînê têr û tijî bûn bi bîr xist û got:

“Xwestin ziman, ol û çanda me tune bikin.”

Yemuş a ku da zanîn di dema komkujiyê de ji malbata wê 4 kes hatine kuştin û diyar kir çiqas sal ji ser derbas bibe jî ew tu carî komkujiyê ji bîr nake.

Derbarê nedarizandina berpirs û sûcarên Komkujiya Dêrsimê jî Yemuş a 101 salî dibêje : “Em bi çavên vekirî ji vê dinyayê diçin…”

Back to top button