Li herêmên dagirkirî lîreya Tirkî fermî bûye

Bi nêzbûna dema hatina qanûna Qeyserê re, guhertinên berbiçav di Sûriyê de xuya dikin. Li herêmên dagirkeriya dewleta Tirkî qaşo ji bo sivik-kirina bandorên qanûna Qeyserê lîreya Tirkî fermî bûye.

Sibe qanûna Qeyser a cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê dikeve pratîkê.

Lê belê beriya pêkanîna qanûnê bi hefteyekê guhertinên berbiçav di Sûriyê de pêk hatin.

Bi taybet li herêmên dagirkeriya Tirkî, hilweşîna lîreya Sûrî beramberî dolar bû hincet ku dewleta tirk li herêmên SÛrî yên dagirk kirine lîreyê Tirkî fermî bikin.

Beriya vê bi deh rojan meclisa navxweyî ya bajarên Cerablus, Bab, Ezaz û yên din bang li bazirganan kirin ku bi lîreya Tirkî bidin û bistînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Îro danê sibehê nirxê lîreya Sûrî beramberî dolar gelekî erzan bû.

Li gorî çavdêriyê nirxê her dolarekî gihîşt 3500 Lîreyên Sûrî û wiha dewam kir;

Sedema sereke ya hilweşîna lîreya Sûrî li herêmên dagirkirî, danûstandina bi lîreya Tirkî ye.

Hinek bazirganên mezin pereyên Sûrî ji nava herêmên dagirkirî dikişînin û pê dolar dikirin.

Piştre bi dolar lîreyên Tirkî dikirin û li nava sûkên bajarên dagirkirî belav dikin.

Bi vê yekê hem lîreya Sûrî li wan herêman namîne û hem jî li nava şêniyan lîreyên Tirkî dibe pereyên sereke yên danûstandinê .

Li gorî çavdêran li Sûriyê tenê herêmên dagirkeriya Tirkî lîreyên Sûrî bi kar nayînin.

Back to top button