Îro di danê nîvro de li gundekî Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê helîkopterek ketiye xwarê.
Hate ragihandin li gundê Qelate Soran a ser bi bajaroka Guwêr ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê, helîkopterek kete xwarê.
Der barê mijarê de daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Heta niha derbarê sedema ketina helîkopterê û ziyanên wê jî nayê zanîn.
Her wiha nayê zanîn helîkoptera ketî yê kîjan welatî ye.