KON-MED’ê kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist

KON-MED’ê li Elmanyayê kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist.
Di kongreyê de xebatên azadkirina Rêber Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya PKK’ê bûn armancên sereke.
Ji bo hevserokatiya nû Emîne Rûken Akça û Kerem Gok hatin hilbijartin.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ku mezintirîn saziya Kurdistanî ya li Elmanyayê ye, 3’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Kongre diyarî Evîn Goyî hat kirin ku 23’ê Kanûna 2022’an di êrîşa Parîsê de hatibû qetilkirin.

400 delege ku 61 meclîs, 23 komîn, 73 saziyên werzîşê û 49 komeleyên girêdayî KON-MED’ê pêk tên, beşdarî kongreyê bûn.

Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever axaftina vekirinê kirin.

“Armanc Azadiya Abdullah Ocalan e”

Zumrut diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke giran de ye û wiha got: “Li gel ku em di vê pêvajoyê de li ber xwe da jî, ev têre nekir.

Eger têrker bûya îro Rêbertiya me azad bû.

Armanc û îdiaya herî mezin a kongreya me azadiya Rêber Apo ye.”

Zumrut bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî jinan û diyar kir ew ê tola hemûyan rakin.

Piştî axaftinan rapora karê 2 salan hate xwendin.

Di vê beşê de delege û beşdaran nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Her wiha ji aliyê KON-MED’ê ve ji bo sazî û kesên ku di qadên cuda de dixebitin, xelatên serketinê hatin dayîn.

Ji bo hevserokatiya nû emîne Rûken Akça û kerem gok hatin hilbijartin

Piştî merasîma xelatdayînê, bi dengdayînê Emîne Rûken Akça û Kerem Gok ji bo hevserokatiya KON-MED’ê hatin hilbijartin.

Hevserokan axaftineke kurt a spasiyê kirin ku ew layiqî vê berpirsyariyê dîtine û gotin:

“Em ê bibin layiqî Rêber Apo û bîranîna şehîdan.”

Back to top button