London-Mihrîcana Jinan a Zîlan bi coş bi dawî bû

18’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan a bi dirûşmeya “Em bi jin, jiyan, azadî, ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” li paytexta îngîlastan Londonê bi tevlêbûna gelek kesan bi coş bi dawî bû.
Mihrîcana îsal, diyariyêŞ. Evîn Goyî hat kirin. 

Mihrîcan Jinan a Zîlan bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Axaftina vekirinê ji aliyê endama Meclîsa Jinê ya Jiyan Basime Başar ve hat kirin.

Basime Başar anî ziman ku bi Têkoşîna Jina Azad ku Evîn Goyî bi kedeke mezin meşand, bi Şoreşa Jinê ya Rojava bi ser ket û got:

“Piştre serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê di pêşengiya hevrêyên jin Evîn Goyî de geş bûn, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li cîhanê belav bû.

Di mîhrîcanê de peyamên piştgiriyê yên gelek saziyên jinan hatin xwendin.

Di çarçoveya mihrîcanê de cil û bergên neteweyî, xwarinên herêmî hatin pêşkêşkirin.

18’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan li ber strana Hunermendan bi gerandina govendê bi dawî bû

Back to top button