Gelo wê gera nû ya Astana vê carê çi li Sûriyê bike?

Ji danûstanên Astanayê yên qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, 17 ger derbas bûn. Êdî encamên wê di hemû qadên jiyanî de ji bo gelê Sûriyê eşkere bûn. Ji encamên van civînan şênî hatin koçberkirin û guhertina demgorafî hate pêkanîn. Vêca fikar derbarê gera 18’an zêde dibin gelo wê çi li Sûrî bike.

Gera 18’an a civîna Astanayê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan dest pê kir..

Hermwextî vê yekê, fikarên ku wê vê carê çi li ser Sûriyê were gerandin zêde dibin..

Rûsya, Îran û Tirkiyê..

Ji bo nîqaşkirina aloziya Sûriyê bêyî beşdarbûna xwediyên wê,

Ji 23-24’ê Çileya 2017’an, 17 torên civînan li dar xistine.

Her carê jî bazarên siyasî li ser masê ne.

Beriya her civînekê asta nakokiyê li ser erdê di lutkeyê de ye.

Bê guman, kîjan alî li ser erdê bi ser dikeve, li civînê bazarê dike..

Ji ber vê çendî, hema bêje encamên hemû civînên Astana, wêranî, koçberî û dagirkerî ye.

Ango, dûrî çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê ye, weke ku ew idia dikin..

Çarenûs û derdê gelê Sûriyê jî, ji bo van aliyan girîng nayê dîtin..

Lê di rewşa heyî de, lidarxistina gera 18’an a civîna Astanayê, çi qasî girîng û metirsîdar e?

Li kêleka ku Ukrayna, niha çavê her kesî li êrişeke muhtemel a dewleta Tirk li dijî Bakurê Sûrî ye.

Nexasim ku di hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeeyê wî yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu, dosya êrişê ji bo Asatan hat hiştin..

Çavdêr dûr nabînin ku bazareke nû di navbera Mosko û Enqere de li wir bi pêş bikeve û çav jî li helwesta Îran e.

Ji ber vê çarê Serokê Dewleta Tirk Erdogan bi eşkereyî qala Minbic û Til Rifet dike..

Lê belê, êrişên Rûsya û Hikûmeta Şamê li herêmên wekî Cebel Zawiyê yê Idlibê dewam dikin..

Çimkî Heyet Tehrîr Şam li wan deveran serbest e..

Li hêleke din, şertê Rûsya ji bo Tirkiyê jî ew e ku wê deverê heta bi rêya M4 vala bike..

Berî civînê jî, Nûnerê serokê Rûsyayê bo Sûriyê Alexsander Lavirnitiyev êrişeke muhtemel a dewlwta Tirk bi gaveke ne aqilane û weke sedema têkbirina aramiyê bi nav kir.

Helbet, wê pêvajoyeke din a wêranî û koçberiyê li pey vê civînê hebe, lê gelo wê kî qelenê wê bide, hîna nayê zanîn.

Back to top button