“Em bendên peymana bi ny re pêk tînin û bi erkên xwe radibin”

Hevserokê Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku ji bo pêkanîna bendên peymanê ya qedexekrina leşkerkirina zarokan ew bi erkên xwe radibin.
Ebid da zanîn ku ji bo pêşwazîkirina gilînameyan wê 9 buroyên Parastina Zarokan li bakur û rojhilatê Sûrî bên vekirin.

29’ê Hezîrana 2019’an QSD’ê, Rêveberiya Xweser û NY li Cinêvê, peymaneke qedexekirina leşkerkirina zarokên ku temenê wan di bin 18 salî di nava refên QSD’ê de îmze kirin.

Têkildarî tedbîrên QSD’ê û Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna bendên peyamana bi NY re, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mehbaş ji ANHA’yê re axivî.

Ebid Hamid El-Mehbaş diyar kir ku tevî êrîşên dagirkeriya Tirk û belavbûna corona, ew ji bo pêkanîna bendên peymanê bi erkên xwe radibin.

El-Mehbaş got:

QSD’ê fermanên leşkerî yên pêwîst ji bo pêkanîna peymanê derxist.

El-Mihbaş: QSD’ê 30 xort û 51 keç li malbatên wan vergerandin

QSD’ê di çarçoveya pêkanîna bendên peymanê de 30 xort û 51 keç vegerandin malbatên wan.

El-Mehbaş destnîşan kir ku wan biryara hejmar (96) da li gorî wê, 10 buroyên Parastina Zarokan li bakur û rojhilatê Sûrî bên vekirin.

El-Mihbaş: Ji bo giliyê malbatan, em ê 9 buroyên parastina zarokan vekin

Hevserokê Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku erka van buroyan ew e ku gilînameyên ji dayik, bav, malbat, rêxistinên hikumî yên têkildarî zarokan û aliyên ku piştgiriyê didin zarokan bigire.

Her wiha wê ev gilîname li buroya Navendî ya rêveberiya xweser bên komkirin û ji bo lêkolîn û çareserkirina wan wê ji QSD’ê re bên şandin.

Back to top button