Artêşa dagirker gundewarê Minbic û Kobanê topbaran kir

Artêşa dagirker doh careke din gundewarê Minbicê topbaran kir.
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundewarê Minbicê topbaran kir.

Hate ragihandin ku topbarana çeteyên artêşa dagirker vê seherê derdora saet 3’an pêk hatiye.

Navenda ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bi daxuyaniyeke ev êriş piştraskir û ev agahî parvekir:

“Dagirkeriya tirk û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Şêxnasir gundê Qertwêran li rojavayê Minbicê bi hawan û topavêjan topbaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê ti zirareke mezin li gund çênebûye.

Tenê ziranên madî li erd û zeviyên xelkên gundê Qertwêranê çêbûye.”

Her wiha do saet derengiya şevê jî artêşa dagirker bi çekên giran gundê Bexdikê yê Kobanê ku dikeve Rojhilatê bajar topbaran kir.

Dewleta Tirk gundewarê Minbicê topbaran kir

Back to top button