Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK têkildarî hilbijartinên 1’ê Adarê yên Îranê daxuyaniyek da. PJAK’ê diyar kir ku ew hilbijartin li dijî armanc û rêgezên “Jin, Jiyan û Azadiyê” ne û bang li her kesî kir ku hilbijartina parlamentoyê boykot bikin.
Wê di 1’ê Adara 2024’an de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hilbijartinên parlamentoyê pêk bê.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê têkildarî hilbijartinên parlamentoya Îranê daxuyaniyek da û banga boykotkirina hilbijartinan li gel kir.
Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
“Hilbijartina Îranê ya 1’ê Adara 2024’an, li dijî armanc û prensîbên Jin, Jiyan û Azadiyê ye.
Bê guman ji bo hilbijartineke azad û demokratîk tu derfet tune ne.
Hemû hêz û serwet di dest aliyekî tundrew û qirker de hatiye komkirin.
Saziyên çavdêriyê rê li ber her cure dengdaneke azad digirin.
Li şûna ku bi awayekî fermî mafên civaka sivîl nas bikin, berê xwe didin sixtekarî û hîleyên siyasî.
Armanca hilbijartinê hiştin û parastina desthilata dîktatora ye.
PJAK: Beşdariya li hilbijartinê tê wateya erêkirina siyaseta zordariyê
PJAK’ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku her cure beşdariya hilbijartinê tê wateya erêkirina siyaseta zordariyê ye û got:
“Her cure beşdariya li hilbijartinê tê wateya erêkirina siyaseta zilimkar.
Ev hilbijartin di rastiya xwe de bûye meydana rikaberiya li ser desthilat û dabeşkirina serwetê.
Bê guman mezintirîn metirsiya beşdarbûnê dirêjkirina temenê desthilata dîktator e.
Lewma em li ser her cure beşdariya li hilbijartinê hişdariyê didin.”
PJAK: Boykotkitina hilbijartinê dikare morala gelan bilind bike
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di dawî de bang li hemû gelê Rojhilatê kurdistan û Îranê kir û got;
Daxwaza me ji hemû gel û neteweyên bindest bi yekgirtî û bi hemû hêza xwe beşdarî boykotkirina hilbijartinê bibin.
Boykot mafekî siruştî û demokratîke û dibe alîkariyeke dîrokî ji bo bihêzbûn û mayîna tevgera şoreşgerane û civakî. Boykotkitina hilbijartinê dikare morala gelan bilind bike.”