Li Efrînê 13 milyon dar hatin qutkirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwezaya Efrînê wêran dikin, daran qut dikin û hildikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye da zanîn ku çeteyan darên zeytûnên ên li gundewarên navçeya Bilbilê qut kirin û çiya kirin çolistan.

Rêxistinê anî ziman ku çeteyê ‘Firqet Hemzat’ ji 3 mehan ve bi hezaran darên li daristana Bilbilê qut dikin.

Di qutkirinê treks, bagire, birekên kehrebê bi kar tînin.

Heta niha zêdetirî 10 hezar hektar dar qut kirine.

Wan daran wek êzing û kûmer li sûkên Sûriyeyê û Tirkiyeyê difiroşin.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber qutkirina bêserûber çiyayên wan gundan êdî bê dar û giya ne.

Li gorî rêxistinê, piştî dagirkirina Efrînê zêdetirî 13 milyon dar bi rûbera 35 hezar hektar hatine qutkirin û heta niha sûcên qutkirin û hilkirinê dewam dikin.

Back to top button