Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirkere de li navçeya Amûdê bi sedan gund û dibistanên Amûdê bê kehrebe û av in. Şaredariyên Gel bi rêya sarincan hewildidin pirsgirêka avê ya xelkên navçeyê çareser bikin.
Şaredariya Gel a Tiwêz ê Amûdê sibê zû berê xwe didin gundan û avê li malan belav dikin.
Endamê rêveberiya şaredariyê Ehmed Mihemed diyar kir ku ev çareserî bi lez û demkî ye û ev agahî parve kir:
” Li 33 gundên bajarokê av bi rêya 3 sarincan tê belavkirin.
Em bi şev û roj dixebitin ji bo ku avê ji welatiyan re peyda bikin.”
Gundiyê bi navê Mihemed Ebduselam Hemîd ê ji gundê Um El Rebî ye got:
“Wekî min 500 mal li gund em hewl didin avê peyda bikin.
Ji ber wan êrişên hovane êdî hêmana herî besît a jiyanê yanî av li gundê me peyda nabe.”
Êrişan bi awayekî mezin zirar li dibistanan kir jî kiriye.
Li gorî daneyên Desteya Perwerdeyê ya kantona Cizîrê, ji ber êrişan hezar û 22 dibistan bê av û kehrebe ne.
Endamê Rêveberiya Dibistana Seretayî ya gundê Um El Rebî Hisên Mihemed jî got:
“Di encama wan êrişan de dibistana gund ku 300 şagirt lê perwerde dibîne jî bê av ma ye.”