Rêveberiya Xweser rewşenbîr û wêjevanên Minbicê xelat kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşenbîr û wêjevanên kantona Minbicê xelat kir.

Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji bo xelatkirina wêjevan û rewşenbîrên Minbicê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman diyar kir ku pêkhate û helbestvanên herêmê bi yekitiya xwe li hember her kesên hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin, bûne mertal in.

Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê jî Îbtîsam Ebdulqadir serbilindiya xwe bi rewşenbîr û wêjevanên kantonê anî ziman.

Her wiha hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El Yûsif jî diyar kir ku helbestavan û rewşenbîrên herêmê kedeke mezin dane ji ber vê yekê hatin xelat kirin.

Di dawiyê de nivîskar Zehîde Îshaq, nivîskar Reşîd Ebas, lêkolerê şûnwaran Ebdulwehad Şêxo hatin xelatkirin.

Back to top button