Li Idlibê şer-Zaroke hate kuştin û 7 kes birîndar bûn

Li herêma Bêçek şerê di navbera hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dewam dike.
Di topbarana hêzên hikûmeta Şamê de li Idlibê, zarokek hate kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi guleyên obîsan bajarokê Sermîn ê Idlibê topbaran kir.

Di encamê de zaroke hate qetilkirin û 7 kes birîndar bûn.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê gundên Afis, Meret Aliya yên Idlibê, Mikelbîs, Kefer Teal û Sehra yên rojavayê Helebê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku çeteyên ′Fetih El Mubîn′ deverên hêzên hikûmetê yên li derdora Nexşeba ya bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Back to top button