Şedadê…Hêzên Ewlekariya hundirîn çar mayîn û bombeyek bê bandor kir

Tîma Endizyariya Mayînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya hûndirîn, li gundewarê Şedadê çar mayîn û bombeyek bêbandor kirin.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê bêbandorkirina mayîn û bombeyan ev agahî parvekir.

“Welatiyek li herêmê ji navendekî me ya ewlehiyê re ragihand ku, wî li ser rêya di navbera bajarokê Hedadiye û bajarokê Ecace yê girêdayî bajarê Şedadê cismekî xerîb dîtiye.

Piştî ku hêzên ewlehî destwerdana cihê bûyerê kirin, derkte holê ew cismê xerîb mayîn û bombene.”

Navendê diyar kir ku bi mudaxaleya Tîma Endizyariyê ya Bêbandorkirina Mayînan bombeyek û 4 mayînên ku di bin pira di navbera her du bajarokan de hatibû çandin, hate bêbandorkirin.

Hêzên ewlekariya hundirîn ji ber rewşên wisa bang li welatiyan kir ku dema cismekî xerîb bibînin, yekser agahiyê bidin navendên hêzên girêdayî wan.

Back to top button