Hêzên Îsraîlê li ser Mizgefta Eqsa û taxa Şêx Cerah a bajarê Qudsê de girtin, 175 Filistînî birîndar kirin.
Şeva borî polîsên Îsraîlê li Mizgefta Eqsayê û tsxa Şêx Cerah operasyonên serdegirtinê pêk anîn û şer navbera filistîniyan û hêzên Israyîlî, derket.
Li gorî agahiyan herî kêm 175 Filistînî birîndar bûn û hin welatî jî hatin binçavkirin.
Komeleya Heyva Sor a Filîstînî destnîşan kir ku piraniya birîndaran di ser û çavên xwe de birîndar bûn e.
Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî, bi fikar nêzî bûyerê bû û ji her kesî daxwaz kir aramiyê misoger bikin da şer raweste.