Îraq..Leşgergeha Eyn El-Esed bi balafirekî dron hate bombebarankirin

Leşkergeha Eyn El-Esed ku hêzên emerîkî yên li Îraqê tê de cih digirin, vê sibê rastî êrîşeke ezmanî ji hêla balafireke cûreya diron ve hat.

Derbarê mijarê hate ragihandin ku çûnûhatina hewayî ya ser leşkergeha Eyn EL-Esed piştî êrîşê hat girtin.

Washingtonê ji hêla xwe ve Îran tewanbar kir û daxuyakirin ku Îran rêdide hêzên girêdayîn xwe da ku êrîşan pêkbînin.

Hêjayî bibîrxistinê, heman leşkergeh di adara 2021’an de rastî êrîşeke bi deh mûşekan ve hat, di encamê de karkerekî Amerîkî hat kuştin.

Back to top button