Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85’an de didom e

Greva birçîbûnê ya ku girtiyên azadiya ya bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku 27 Mijdarê ‘ê da ne destpêkiribûn di roja 85’an de dewam dike.
Her wiha Nobeta Edaletê ku di pêşengtiyan dayîk û xizmên girtiyan li bakurê kurdistan û tirkiyê hatiye destpêkirin bi biryardarî didome.

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo 85 rojin di greva birçîbûnê de ne.

Nobeta Edaletê ya bi armanca piştevaniya bi girtiyan re li bajarê Wan, Amed, Êlih, Mêrdîn, Edene û Stenbolê didome.

Li Wanê çalakî di roja 76’an de dewam dike.

Meclisa Dayikên Aştiyê serdana wê kir.

Dayikan diyar kirin ku ew têkoşînê bidomînin.

Nobeta Edaletê li 6 navendan bi biryardarî didome

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Amedê jî di roja 75’an de dewam dike.

Di çalakiyê de li ser mijara rêya heqîqetê, bedelên hatine dayîn, têkoşîna dewam dike nîqaş hat kirin.

Çalageran bi dirûşma “Bijî berxwedana zindana”, “Bijî Serok Apo” û “Heq hiqûq edalet” û biryardariya xwe ya çalakiyê anîn ziman.

Nobetên Edaletê: Em azadiya Rêberê xwe dixwazin

Nobeta Edaletê ye Êlihê di roja 19’an de berdewam kir.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê.

Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê jî hatiye destpêkirin didome.

Dayika Aştiyê Saîme Onder di çalakiyê de axivî û got:

“Em daxwaza azadiya Rêbertiya xwe, zarokên xwe û gelê xwe dikin.

Heta azadiyê dê ev têkoşîn bidome.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edeneyê di roja 78’an de bdewam kir.

Nobet, li avahiya komeleyê tê lidarxistin û îro Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê hatin serdanê.

Çalakvanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin û gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Her wiha Nobeta Edaletê li Stenbolê di roja 70’an de dewam dike.

Gelek rêxistin û welatî hatin serdana çalakiyê.

Çalegeran diyarkirin ku ew bi tu awayî tecrîda girakirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan qebûl nakin.”

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de didome

Back to top button