KCK: Li hemberî faşîzma Tirkiyê tekane rê berxwedan e

Sibe salvegera 40’î ya berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê ye.
Bi vê boneyê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyanî da û got “Xeta PKK’ê xeta 14’ê Tîrmehê ye’.
KCK’ê bang li her kesî kir vê berxwedanê baş fêm bikin, li hemberî dagirkerî û îxanetê bi gerîlayan re bin û têkoşînê geştir bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera 40’î ya berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got:

” Mazlûm Dogan destnîşan kir ku teslîmiyet xiyanet e, berxwedan jî serkeftin e û bi çalakiya xwe nîşan da ku divê ji sîstema êşkenceyê re teslîm nebin.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li ser şopa Mazlûm Dogan meşiyan, li dijî xiyanet û teslîmkariyê gaveke dîrokî avîtin û rihê berxwedêr ê PKK’ê nîşanî herkesî dan.

Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi berxwedanya xwe ya dîrokî faşîzm têk bir û hêviya azadiyê ya gelan bi ser xist.”

KCK: Yên deyndar em in, divê gelê me vê berxwedanê baş fêm bike

KCK’ê bal kişand li ser xisleta berxwedêrên Zîndana Amedê û der barê wan de ev nirxandin kir:

Taybetmendiya herî şênber a Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ew e ku xwe di serkeftinê de kilîd dikin.

Zîndana Amedê ya ku bibû keleha êşkenceyê vediguherînin keleha berxwedanê.

KCK’ê anî ziman ji her demê bêhtir îro pêwîstî pê heye ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê bê fêhmkirin û ev got:

Gelekî girîng e ku kesayetên ev çalakî kirine bêne naskirin û hezkirina wan a gel, bê fêhmkirin.

Wan dema ku bi berpirsyariya dîrokî û dilsoziya mezin a bi gel û têkoşînê re ev çalakî kirin, diyar kirin ku ew deyndar in.

Di rastiyê de ew afirînerên nirxên herî mezin in ku em îro xwediyê wan hemûyan e.

Yên deyndar ne ew in, em in.”

KCK: Bi gerîla re bin û têkoşînê geş bikin

Di daxuyaniyê de KCK’ê tekez kir ku li ser esasê xeta 14’ê Tîrmehê PKK’ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê afirand û Rêber Apo gava 15’ê Tebaxê li ser hîmên vê berxwedanê avêt.

KCK’ê diyar kir ku faşîzma 12’ê Îlonê îro bi destê AKP-MHP’ê tê kirin û ev desthilat qirkirina Kurdan armac dike, lê gerîla, girtiyên li Bakur û gelê Kurd li her derê di nav berxwedaneke mezin de ne.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê dawiya daxuyaniya xwe got “Xeta PKK’ê xeta 14’ê Tîrmehê ye’ û bang li her kesî kir ku vê berxwedanê baş fêm bikin, li hemberî dagirkerî û îxanetê jî bi gerîlayan re bin û têkoşînê geştir bikin.

Back to top button