Mustafa Karasu: Sala 2021’ê sala xwedîderketina li Rêber Apo û PKK’ê bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasu sala 2021 weke sala xwedîderketina li Rêber Apo û PKK’ê binav kir. Karasu salvegera Komkujiya Parîsê bi bîr xist û got; Fransa weke dewlet çavên xwe li komkujiya 9’ê Çile girt. Tenê ji ber sedemên siyasî berpirsên komkujiyê eşkere nake.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasu mijarên di rojevê de ji televizyona Medya Haberê re nirxand.

Karasu diyar kir ku ji bo gelê Kurd tişta herî zêde mohra xwe li sala 2021’an xist çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” bû.

Sala derbasbûyî ji bo xwedîderketina li Rêber Apo gelek çalakî hatin kirin.

Ne tenê gelê Kurd, derdorên din jî bi awayekî çalakî beşdarî van çalakiyan bûn.

Li aliyê din ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” têkoşîna bi rûmet hat meşandin û hê jî dewam dike.

Mustefa Karasu: Ji ber sedemên siyasî Fransa kujeran eşkere nake

Mustefa Karasu bi rasthatina salvegera 9’an a Komkujiya Parîsê jî ev nirxandin kir:

Wek tê zanîn hevrê Sakîne Canis ji damezrînerên partiya me bû. Ew li zindanên dewleta Tirk çavkanî û hêza berxwedanê bû.

Ji ber vê çendê bû hedefa êrişê.

Dewleta Tirk sûdê ji endametiya xwe a NATO digre û bi çavsorî êrişî gelê Kurd dike.

Di berdêla berjewendiyên qirêj de welatên Ewrûpayê dengê xwe li hemberî kuştina Kurdan bilind nakin.

Eger dewleta Tirk îro ew çendî bi hovane êrişî gelê Kurd dike, sedem vê siyaseta hêzên cîhanî ye.

Êrişa li Parîs tenê li dijî 3 hevalên jin nebû. Ew êriş biryara qirkirina gelê Kurd.

Fransa hemû qanûnên xwe binpêkirina û ji ber sedemên siyasî berpirsên Komkujiya Parîsê eşkere nake.

Li hemberî vê helwesta kirêt di serî jin divê gelê Kurd xwedî li Sakîne Caniz derkevin.

Karasu: Komkujiya li Kobanê li dijî Kurdê azad pêk hat

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê komkujiya li bajarê Kobanê jî weke êrişa li dijî Kurdê azad binav kir û got:

Di vê êrişê de 6 ciwanên welatparêz şehîd bûn.

Amerîka û Rûsya çavên xwe li êrişên dewleta Tirk digrin. Hêzên dagirker jî sûdê ji vê yekê digrin.

Beriya demekê ji malbata Gulo jî 3 kes hatin şehîdkirin.

Li dijî van êrişên hovane, parastin ne tenê erka YPG’ê ye.

Divê hemê gelên herêmê xwe weke hêza têkoşîna li dijî dagirkeran birêxistin bikin.

Back to top button