Nameya Rûken Zelal ji bo hevrêyên xwe û jinan

Şehîd Rûken Zelal di nameya xwe ya ji bo hevrêyên xwe û jinan jî dibêje:” Ya ji me hemû hevalên jin tê xwastin serkeftin e, serkeftina çalakiya min nîşaneya hezkirina min ji bo we jinan ne”.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Zelal beriya çalakiyê nameyek ji bo hevrêyên xwe û jinan nivîsandibû.

Nameya Rûken Zelal ji bo hevrêyên xwe wiha bû.

”Ji bo serkeftinê em ê her dem têbikoşin”

Ji bilî serkeftinê ez ê tiştekî din nas nekim

Bi qasî rêwîtiya di oxira heqîqetê de, tiştek bi nirxtir nîne.

Di vê rêwîtiyê de gelek berdêlên giranbuha hatine dayîn.

Hêz û baweriya ku serokatiya me ji bo me jinan afirandî, bê mînak e. Û tişta ku dihêle ez niha pênûsa xwe bigrim destê xwe û vê yekê binvîsînim, ev ked û têkoşîna serokatiyê ye.

Bi saya van hewldanên serokatiyê, em bûn xwedî kesayet û nasname.

Serokatiyê wer kir ku em ji bo xwebûna xwe şer bikin û ji serdestiya 5 hezar salan rizgar bibin.

Rûken Zelal di nameya xwe de diyar kir ku şopdariya xeta Bêrîtan û Zîlanan ji bo wê serbilindî ye….

Bi çeka PAJK’ê min xwe nas kir. Ji bo ez bibim layîqê serokatî û tevgera me ya bîrdozî PAJK’ê, wê yekane dirûşmeya min her serkeftin be.

Ji bilî serkeftinê ez ê tiştekî din nas nekim! Cewherê jiyana ku serokatiya me avakirî xwe dispêre serkeftinê.

Ji bo vê armancê jî ez ê her tim têkoşîna wê bidim. Ya ji me hemû hevalên jin tê xwastin ev tişt e.

Ji ber bi rastî jî tiştek li pêşiya me ne asteng e. Eger em bi vî rihê tevbigerin, wê serkeftin ya me be!

”Serkeftina çalakiyê nîşaneya hezkirina min ji bo we ye”

Şehîd Rûken Zelal ji bo jinan jî ev name nivîsandibû.

Ji bo min pir bi wateye ku ez ê bibim hevêya ji we hez dike. Ji bo hezkirina hevaltiyê hîn bedewtir bibe, bi vê evînê ezê herim çalakiyê.

Tişta herî xweş a ez hîs dikim, ez ê di rêya azadiyê de, ji we re bibim rêhevaleke ku her tim ji dil û can ji we hez kir.

Ez dixwazim vê bêjim ku yê min gihandî vê astê rêhevaltiya me ye.

Ji bo ku ji îro û pê de jî ev nirx were parastin û hîn behtir xurt bibe, pêwîste em xwe di her mijarê de xurt bikin, xwe bigihînin asta ku Serokatiya me digot ; “Hûn dil û fikir bikin yek.”

Ji bo jiyana azad, ezê her tim di serkeftinê de bi bîryar bim.

Ez soz didim ku wê serkeftina vê çalakiyê bibe nîşaneya hezkirina min ji bo we.

Back to top button