Şêniyên gundewarên Dêrazorê, yên bajarokê Hecînê bi diruşma “Azadiya fîzîkî armanca me ye” daketin qadan, komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Ciwan û Werzîşê ya Hecînê ber bi avahiya Meclisa Herêma Rojhilat dest pê kir.
Di meşê de wêneyên rêber Ocalan hatin hildan û diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hatin berzkirin.
Meş li ber avahiya Meclisa Herêma Rojhilat vegerî mîtîngê.
Serokê meclisa Meraşîde ya Hecînê Esed El-Xelîl daxuyanî xwend û got:
“Em rêber Abdullah Ocalan bi rêberê neteweyî bi nav dikin. Rêber Ocalan bi fikir û têkoşîna xwe li pêş hêzên destpot û hêzên hegemon ên cîhanê ku ajandeyên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin, astengiyek bû.
Texmîn dikirin ku ew ê bikaribin rastiyê bê deng bikin. Nizanîn ku fikirên rêbertî û felsefeya wî di damarên gelê aşiqê azadiyê re digere.”
Esed El- Xelîl di dawî de bang li NY’ê kir ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin bi erka xwe rabin.