Artêşa Îsraîlê berbanga îro di serdegirtina kampa Cinîn a li bakurê Xezayê de 3 ciwanên filistînî kuştin û 8 jî birîndar kirin.
Lê tevgera Hemas û komên Filistînê soz da ku ew ev yek bê hesab derbas nebe.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di serdegirtina kampa Cinîn de artêşa Îsraîlê 3 ciwanên filistînî kuştin û 8 birîndar kirin.
Piştî bûyerê di navbera leşkerên Îsraîlê û bi dehan Filistînî de pevçûn derket.
Leşkerên Îsraîlê bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrişî Filistîniyan kir.
Her wiha Tevgera Hemasê jî got,
Ev sûcekî giştî ye.
Di çarçoveya dijminahiya Îsraîlê ya giştî û dewam a li dijî gelê Filistînê û xaka wê de pêk tên.
Tevgera Hemasê teqez kir ku xwîna şehîdên Cinînê ji bîr nake û wê bê hesab derbas nebe.