Jineke 101 salî ya New Yourkî li dijî şewba Îspanya û vîrûsa Corona biserdikeve

Jineke 101 salî ji New Yourkê ye, di dema şewba Îspaniyê de ji dayîk dibe û heta pêvajoya Coronayê dijî. Encîlîna Firîdmen bi Corona dikeve û piştî demekê jê baş jî dibe.

Encîlîna Firîdmen di mala temenmezinan a li Mûhîngan a Amerîkayê dijî.

21’ê Adarê, rewşa Encîlîna ya tendirustiyê nebaş bû, ew rakirin nexweşxaneyê derket ku corona lê peydabûye.

Jina temenmezin a 101 salî di heman demê de bi nexweşiya penceşêrê ye, li dijî Corona têdikoşe.

Encîlîna 20’ê Nîsanê bi temamî ji Corona baş dibe.

Encîlîna Firîdmen 1918’an di keştiyekê de ku rêwî ji Îtaliya derbasî New Yourkê dikirin, jidayîk bû.

Di dema jidayîkbûna wê, dayîka wê mir û wê jiyan kir.

Encîlîna mezin bû, zewicî û deh zarok anîn dinê, tevahî mirin, lê heta niha ew saxlem e.

Encîlîna Firîdmen li dijî şewba Îspanya û vîrûsa Corona bi serdikeve.

Back to top button