Mezlûm Ebdî: Bûyera ku li Efrînê rû daye, kiryareke terorîstî ye

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk teqîna ku duh li bajarê Efrînê yê dagirkirî rû da, şermezar kir û got “Bûyera ku duh li Efrînê çêbûye, kiryareke terorîstî ye û cihê şermezarkirinê ye ku di encamê de giyanên bêguneh bûne qurbanî.”

Têkildarî teqîna ku duh li Efrîna dagirkirî rû daye, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke belav kir û got: “Bûyera ku duh li Efrînê çêbûye, kiryareke terorîstî ye û cihê şermezarkirinê ye ku di encamê de giyanên bêguneh bûne qurbanî.”

Mezlûm Ebdî piştrast kir ku ev kiryar, encama siyaseta wêrankirinê ye ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin.

Back to top button