Hedefgirtina goristana şehîdan, tirsa desthildatdaran diyar dike

Dayikên Şehîdan ên Efrînê li hember rûxandina goristana şehîdan a ji aliyê dewleta tirk ve dibêjin: “Em êrîşên li hember goristanên şehîdan şermezar dikin, Erdogan bi destên xwe goristana zarokên me diruxîne, bi yek destî em ê dagirkeriya dewleta tirk têk bibin.”

Di sîstema desthilatdaran de her tunekirina pir rengî, şopên ol, pêkhate û netewên heyî pêk tên.

Ev yek di Efrîn û Bakurê Kudistanê de jî her dem tê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker goristana şehîdan ku yek ji nirxên Gelê Kurd e, hedefdigire.

Leşkerên tirk li Wan, Riha û Amedê li ber çavên malbatan êrîşî goran dikin.

Girêdayî mijara rûxandina goristana şehîdan dayikên şehîdan ên Efrînê yên ku koçberî Kantona Şehbayê bûne nirxandin kirin.

Dayika Şehîd Reşîd, Sûreye Hebeş li ser hedefgirtina goristanan dibêje:

Dagirkeriya dewleta tirk bi serkêşiya Erdogan gorên zarokên me xêra dikin.

Hedefgirtina goristana şehîdan, tirsa desthildatdaran diyar dike, armanca dewleta tirk qirkirin û tunekirina Gelê Kurd e.

Em banga dayikên Riha, Amed û Efrînê dikin ku bila dengê xwe li hember dijmin bilind bikin.

Em ê her hebin û em ê bi yek destî dagirkeriya dewleta tirk têk bibin.

Dayika Şehîd Egîd û Zîlan, Hacer Miho li ser kiryarên dewleta tirk axivî û got:

Ji dagirkeriya dewleta tirk re êdî bes e, her roj dewleta tirk û çeteyên wê li ser Gelê Kurd kiryarên xwe dewam dike.

Êrîşî goristana zarokên me dike û hestiyên wan tune dike, li Efrînê jî cihê goristana şehîdan kirine cihê lawiran.

Em weke dayikên şehîdan soz didin ku em ê tola zarokên xwe hilgirin.

Back to top button