Li Dirbêsiyê bi hezaran kesî ji Rêber Apo re azadî xwest

Çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo li herêmê dewam dikin. Bi hezaran kes li Dirbêsiyê û Ciwanê Şehbayê daketin qadan û ji bo azadiya Rêber Apo peyama bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocelan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çalakiyan de ne.

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê bi meşeke girseyî tecrîd şermezar kirin.

Meş ji navenda ciwanên şoreşger destpê kir û li ber navenda Kongra Star veguherî mêtingê.

Piştî ku meş veguherî mêtingê gelek axaftin hatin kirin û hate diyar kirin wê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bê navber dewam bike.

Beşdarên meşê jî diyar kirin dê ji bo azadiya rêber APO her dem li ser piyan bin.

“Ji bo azadiya Rêber Apo wê têkoşîna me dewam bike”

Li aliyekî din jî ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê jî meşek li darxistin.

Di meşê de ciwanan şanoyek li ser komploya li ser rêber Apo pêşkêş kirin.

Her wiha ciwanan di meşê de peyama bilindikirina têkoşîna azadiya rêber Apo dan.

Back to top button