Koçberî nifûsa Almanyayê zêde kir

Daîreya Îstatîstîkê ya Federal a Almanyayê daneyên texmîna nifûsa sala 2023’yan eşkere kir.
Li gorî vê yekê nifûsa li Almanyayê par 330 hezar zêde bû û derket 84 milyon û 700 hezarî.

Daîreya Îstatîstîkê ya Federal a Almanyayê diyar kir ku zêdebûna nifûsê li gorî navîna salên 2012 – 2021’an e û li gorî par kêm bûye.

Ji ber koçberiya ji Ukraynayê, nifûsa welêt di sala 2022’an de mîlyonek zêde bû.

Nêrîna neyînî ya di hevsengiya zayin-mirinê de, ku piştî yekbûna Almanyayê berdewam kir, naguhere.

Li Almanya ku mirin ji zayînê zêdetir e, tê texmînkirin ku par nêzî 700 hezar jidayikbûn çêbûne, zêdeyî mîlyonek mirov mirine.

Rayedar ji ber vê yekê diyar dikin ku zêdebûna nifûsê ji ber koçberiyê ye.

Hejmara zelal ya koçberan ku bi derxistina kesên ku ji xeynî Almanyayê koçî welatekî din kirine, di navbera 680 hezar û 710 hezarî de ye.

Wezareta Îstatîstîkê diyar kir ku ev dane demkî ne û daneyên dawî wê di Hezîrana 2024’an de bên eşkerekirin.

Back to top button