Xwepêşandanê li Siwêdayê di roja 10’an de dewam dike

Li Sûriyê li dijî siyasetên hikûmeta Şamê hêrs û bertek zêde dibin.
Li Siwêdayê çalakiyê gel di roja 10 bi israra xweseriya xwe û Sûriyeke ne-navendî dewam dike.
Li Deraa jî banga hilweşîna rêjîma Esed dikin.

Ji ber siyasetên hikûmeta Şamê, rewşa aborî li Sûriyê di rewşeke gelek xirab de ye.

Vê yekê, li gelek deverên di bin kontrola Hikûmeta Şamê, hêrs û nerazîbûna gel di asta herî jor de ne.

Ji Siwyeda, heta bi Deraa û çend deverên peravên Sûriyê, textê El-Esed bi dengê gel diheje.

Li başûrê Sûriyê 10 roj in li ser hev li dijî hikûmetê Şamê û dagirkiriya Tirkiyê ya li Efrînê bertek derdikevin.

Li Siwêdayê bi nivîsên kurdî piştgiriya xwe ji bo Efrînê û dijberiya xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nîşan dan.

Her wiha xwepêşandanên Siwêda banga Siwêdayeke xweser û sûriyeke ne-navendî dikin.

Li Derayê ji hat diyarkirin ku ji bilî hilweşandina rejîmê tu çareserî li Sûriyê nîne.

Li Siwêdayê xwepêşandanên gel yên bi aramca hilweşîna rêjîma Esed di roja 10’an dewam dike.

Saziyên Hikûmetê yên li Siwêdayê ji aliyê xwepêşandêran ve hatin girtin.

Weke her roj Xwepêşandêran li qada El Kerama kom bûn û mêtingek li dar xistin.

Banga hilweşîna rêjîma Esed û pêkanîna biryara NY a 2254 hate kirin.

Şevê din xwepêşandêran hewl dan wêneyê Beşar El-Esed yê li dergehê bajarê Siwêdayê rakin.

Dema ku girseya gel gihaşt wê deverê, leşkerên hikûmetê yên li benda kontrolê gule bi awayekî bêserûber reşandin.

Di heman demê de li bajarokê El-Qiriya yê li Siwêdayê xwepêşandêran wêneyê Beşar El-Esed li ser avahiya Şaredariya Gel rakirin.

Bi heman helwesî li Derayê banga hilweşîa rêjîma Esed dewam dike.

Li bajarokê El-Casim çalakvanan banga Azadî, berdana girtina û hilweşîa Esed kirin.

Di çalakiya li Siwêdayê pankertên nivîsa azadî hate hildan

Back to top button