Di çalakiya li Siwêdayê pankertên nivîsa azadî hate hildan

Di roja 9’an a xwepêşandan li Siwêdayê yên dijî hikûmeta Şamê de pankertên nivîsa Azadî bi zimanê kurdî hatin hildan.
Bi vê yekê, piştgiriya xwe ji bo herêmên Rêveberiya Xwerser re nîşan didin.
Li Helebê piştî 7 salan careke din çalakiyên li dijî hikumetê tên lidarxistin.

Duh xwepêşandêrên li Siwêdayê bi zimanê kurdî siyastmedara Kurd Hemrîn Xelef hate bibîranîn.

Îro di xwepêşandanên gel de pankertên nivîsa Azadî bi zimanê kurdî hatin hildan.

Beriya niha jî, xwpêşandêran piştgiriya dan xelkên Efrîna dagirkirî.

Bi vî rengî, şêniyên Siweydayê ji bo piştgiriya rojava û dijberiya xwe li hemberî dagirkiriya Tirk û çeteyên wê nîşan didin.

Xwepêşandanên li Siwêda di roja 9’an dewam dike

Xwepêşandanên gel yên li dijî hikûmeta Şamê di roja 9’an bo hilweşandina rejîmê dewam dikin.

Vê dirûşmeyê mohra xwe li girseya gel a li qada Keramê da.

Li Helebê çalakiyên li dijî hikumetê

Li parêzgeha Helebê jî çalakiyên li dijî hikûmetê derdikevin.

Şevê din komek kes riya giştî li taxa Selah El-Dîn girt.

Vê gavê li gelek deverên di bin kontrola Hikûmeta Şamê, hêrs û nerazîbûna ji ber siyaseta hikûmetê di asta herî jor de ne.

Ji Siwyeda, heta bi Deraa, Heleb û çend deverên peravên Sûriyê, textê El-Esed bi dengê gel diheje.

Di wextekê de ku MSD, QSD’ê û herêmên Rêveberiya Xweser destekê didin van daxwazan û wekî hewlekê bo peydakirina çareseriyeke siyasî bi nav dikin.

Back to top button