Serokkomarê Tirk Erdogan ji ber li Moskovayê daxwazên wî pêk nehatin dest bi gefan kir.
Piştî têkçûna danûstandinên Moskovayê yên der bar Lîbyayê de, Erdogan gef li Lîbya û Sûriyê xwar.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku “eger wan destwerdana Lîbyayê nekiriba, wê Hefter dest danîba ser hemû erdên Lîbyayê.
Erdogan tiliyên tawanbariyê dirêjî Hefter kir û got “Ew ji Moskovayê reviya û agirbest îmze nekir.”
Erdogan her weha teqez kir, “eger Hefter şerê xwe dewam bike, ew ê bihêlin ku Hefter poşman bibe.”
Erdogan berê xwe da Sûriyê jî û li dijî rejîma Sûrî jî xwar û got:
“Eger rejîma Sûrî agirbestê binpê bike, em ê neçar bibin destwerdanê bikin.
Agirbesta li Idlibê, divê pêk were û penaber bi ser me de neyên.”
Jixwe Îna borî, piştî wê û Rûsyayê li hev kir, dewleta Tirk agirbest li Idlibê ragihand.