Koçberên li kampa Mehmûdliyê ji ber kêmbûna pêdiviyên jiyanî zehmetiyan dikşînin

Li kampên pênaberan yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber ji ber kêmbûna pêdiviyên jiyanî zehmetiyên mezin dikşînin. Li kampa El-Mehûdliyê ya li Tebqayê jî hêjmara koçberan zêde dibe û ji ber vê yekê pirsgirêk zêdetir dibin. Meclisa Sivîlan a Reqayê ji ber vê yekê pêşniyar kir ku di demeke nêz de koçberan veguhezînin kampeke din. 

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya ku di 9’ê Cotmehê de destpêkir û bi sed hezaran koçberên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe derketin li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cîh bûn.

Ji ber êrîşan li Kampa El-Mehmûdliyê ya ku dikeve Bakurê Tepqayê jî hezar û 800 malbat bi cîh bûbûn, lê belê hêjmara koçberan her ku diçe zêde dibe.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk dewam dikin, herî dawî 325 malbatên din jî hatin kampê.

Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm hewl dide pêdiviyên koçberan bi cîh bîne, lê belê ji ber hêjmar zêde dibe, nikare hemûyan bi cîh bîne.

Koçberên kampê destnîşan dikin ku ji bilî Heyva Sor rêxistinên din ti alîkariyê nadin û ji ber derfet kêm in zehmetiyên mezin dikşînin.

Koçberan bang li saziyên navnetewî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û alîkariyê bikin.

Leave a Reply

Back to top button