Bi tawana xistina balafira Ukraynayê, çend kes hatin girtin

by ehmad aseed
66 views
Li Îranê bi tawana ku berpirsyariya wan di xistina balafira Ukraynayê de heye, çend kes hatin girtin.
Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî jî ragihand, her kesek sûcê wî di xistina balafirê de heye, wê bê cezakirin.
Di heman demê de berdevkê hikumetê jî Supayên Pasdaran bi veşartina rastiyê tawanbar kir.

Berdevkê Pergala Dadwerî ya Îranê ragihand, çend kesên ku berpirsyariya wan di xistina balafira Ukraynayê de heye, hatin girtin.

Berdevkê Pergala Dadwerî ya Îranê Xulam Hisên Îsma’îlî tekez kir ku desteya Dadwerî ya Hêzên Çekdar dest bi lêpirsînan kiriye û gelek belge bi dest xistine.

XISTINA BALAFIRA UKRAYNAYÊ
ÎRANÊ SINDOQA REŞ A BALAFIRÊ ŞAND FRANSAYÊ

Îsma’îlî eşkere kir, wan ji bo lêpirsînê Sendûqa reş a balafirê şandiye Fransayê.

HESEN ROHANÎ:
EM Ê SÛCDARÊN XISTINA BALAFIRA UKRAYNAYÊ CEZA BIKIN

Her weha Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî derbarê xistina balafira Ukraynayê de axivî û diyar kir ku hikumeta wî ji welatiyên Îranî û dewletên ku welatiyên wan di firokeyê de bûn berpirsyar e û got:

“Bûyerek pir xemgîn bû, divê lêpirsîn bi baldarî were kirin, xistina balafirê şaştiyeke ku nayê lêborînkirin.”

XISTINA BALAFIRA UKRAYNAYÊ
ÎRANÊ SUPAYÊN PASDARAN BI VEŞARTINA RASTIYÊ TAWANBAR DIKE

Tevî vê yekê Hikumeta Îranê hewl dide ku berpirsyartiya xistina balafira Ukraynayê negire ser xwe.

Berdevkê hikumeta Îranê Elî Rebî’î di civîneke çapemeniyê de derbarê xistina balafirê û veşartina rastiyê de axivî û idî’a kir, tevî lêpirsînan, Supayên Pasdaran ti agahî ji reveberiya Hesen Rohanî re eşkere nekirine.

Elî Rebî’î got, “Me derew nekir, tiştê me roja pêncşemê got li gor agahiyên ku ji me re hatibûn bû, agahiya hikumetê tine bû ku balafir bi moşekan hatiye xistin.”

Desthilatdariya Îranê roja şemiyê li xwe mikur hatibû ku wan balafir bi şaşîtî xistiye xwarê.

Piştî ku rejîma Îranê li xwe mikûr hat, li Îranê xwepêşandanên li dijî desthilatdariyê dest pê kirin.

Piraniya wan ji Îran û Kanadayê, 176 kesên di balafira Ukraynayê de jiyana xwe ji dest da.