Cotkar ji ber êrîşên dewleta Tirk nikarin erdên xwe biçînin

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek şênî nikarin erdên xwe yên li ber sînor biçînin.
Cotkarê bi anvê Elî Mihemed Şerîf tevî astengiyan jî di kar û cotkirina erdê xwe de bi israr e.Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikarin erdên xwe biçînin.

Rêveberiya Xweser ji bo cotkaran alîkariya tov û mazotê da lê belê gelek cotkarên ku debara xwe bi çandiniyê dikin ji ber êrîşan nikarin biçin ser erdê xwe.

Elî Mihemed Şerîf yê ji Xerab Kort yê ku 10 km dûrî bajarê Qamişlo ye diyar kir ku ji ber artêşa Tirk a dagirker li ser sînor li dijî cotkarên ku çandîniyê dikin êrîşan pêk tîne, gelek cotkar nikarin erdên xwe biçînin.

Elî Mihemed Şerîf diyar kir ku ev 50 sal in li ser van erdan çandiniyê dike û debara wî li ser 100 donim erdên wî ye, lê ji ber êrîşan dereng maye ku erdên xwe cot bike.

Cotkar Elî Mihemed Şerîf destnîşan kir ku tevî êrîşên dewleta Tirk ew bi israr e ku erdên xwe cot bike.

Leave a Reply

Back to top button