Di teqîna li herêma Qerebaxê de leşkerekî Rûsî mir

Li herêma çiyayî ya Qerebaxê di encama teqîna mayînekê de leşkereke Rûsî mir.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta parastinê ya Rûsya ve hadî dayîn de wiha hate gotin,

Dema li herêma Şuşa ya Qerebaxê xebatên paqijkirina mayîna pêk dihat mayînek teqiya.

Di encamê de efsereke Rûsî ku birîndar bûbû dema rakirin nexweşxaneyê mir.

Efserê Rûsî di Navenda Xebatên Mayînan a Navnetewî ya Rûsya de kar dikir.

Meha derbasbûyî jî li herêmê di dema lêgerîna paqijkirina mayînan de mayînek teqiyabû.

Wê demê leşkerek Azrî miribû û yek Rûsî jî birîndar bûbû.

Piştî şerê 44 rojan ku li herêma Qerebaxê di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de 10’ê Mijdarê bi navbeynkariya Rûsya peymanek hate îmzekirin.

Li gorî peymanê herêmên ku Baku bidest xistine, wê di bin kontrola hêzên Azerbeycanê de bimêne.

Her wiha wê 3 herêmên din ji ji bo Azerbeycanê were dayîn.

Hêzên Rûsî jî li herêma tempon ji bo şopandinê hêz şandibû herêmê.

Back to top button