Li welatê Amerîkaya Başûr Perûyê rewş aloztir dibe.
Di demekî ku pevçûnên navbera alîgirên serokê berê Castillo û polîsan de dewam dike, jimara kesên tên kuştin jî zêde dibe.
Heta niha 7 kes mirine û bêtirî 32 jî birîndar bûne.
Daxwaza xwepêşandêran ya ji bo hilbijartina giştî jî dewam dike.
Krîza siyasî ya li Perûyê ku piştî Serokê berê Pedro Castillo Kongre betal kirî, dest pê kir, dewam dike.
Piştî alîgirên Castilloyê ku hefteya borî ji kar hat derxistin û niha di girtîgehê de ye daketin kolanan rewş aloztir bû.
Ji ber pevçûnên nvbera alîgirên Castillo û polîsan de jimara kuştiyan zêde dibe.
Li gorî daneyên rêveberiya welat ragihandî di pevçûnên navbera polîs û xwepêşanderan de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 32 jî birîndar bûne.
Hate gotin, divê ji krîza siyasî ya li welat re çareseriyeke siyasî bê dîtin û wiha hate gotin:
“Pêwistî pê heye ku ev mirinên nehewce bên lêkolînkirin.
Ji ber ku ger me biryar di wextê xwe de bigirtana, ev rewş nedihat dîtin.”
Ji aliyê din ve Midûriyeta Tenduristiyê ya Herêma Apurimac eşkere kir ku di nav miriyan de kesekî 16 û 18 salî jî hene.
Xwepêşandanên herî bibandor li balafirxaneya bajarê Andahuaylas pêk tên.
Doh 1500 kesên din beşdarî xwepêşandanê bûn.
Di emcama pevçûnên li vir de 5 kes hatin kuştin.
Xwepêşandêran balafirgeh kontrol kirine.
Di xwepêşandanên li derveyî bajarên mezin de, xwepêşanderan navendek polîsan şewitandin û balafirxaneyek piçûk ku ji hêla hêzên çekdar ve tê bikar anîn hilweşandin.



