Arjantîn – Croatia wê ji bo fînalîstê bilîzin

Îro wê yekemîn fînalîstê Kupaya Cîhanê ya 2022’an eşkere bibe.
Ji bo vê yekê tîma Arjantîn û Croatia têne pêşberî hev.

Di matça yekem a nîvfînalê ya şampiyonê de, Arjantîn û Croatia îşev saet 22:00’an de tên pêşberî hev.

Dadvanê Îtalî Daniele Orsato dê matçê bi rêve bibe.

Arjantîn û Croatia di Kûpaya Cîhanê de beriya niha tenê du caran hatine pêşberî hev.

Di matça 1998’an de Arjantîn 1-0 li pêşberî Croatia bi ser ket.

Di 2018’an de jî 3-0 maça qezenc kiribû.

Lîstikvanê fûtbolê yê Arjantînê Lionel Messi wê hewl bide ku di nîvfînalê de du nasnav girîng bi dest bixe.

Ger Lionel Messi bi Croatia re bilîze, ew ê rekora Lothar Matthaus ê Almanî yê herî zêde di Kûpaya Cîhanê de (25 matç) lîstî, parve bike.

Ger Messi golekî jî bîne wê ji Gabriel Batistuta derbas bike û bi 11 golan wê bibe lîstikvanê Arjantînî yê ku di Kupaya Cîhanê de herî zêde gol avêtiye.

Beriya niha, Arjantîn 1978 û 1986’an du caran Kûpaya Cîhanê bi dest xistibû.

Croatia di şampiyona dawîn a 2018’an de gihîştibû fînalê.

Di matça duyemîn a nîvfînalê ya şampiyonê de sibe saet 22:00’an wê şampiyonê berê Fransa û Moroko bên pêşberî hev.

Beriya matçê dîmenên rengînî yên amadekariyê hatin dîtin.

Back to top button