Artêşa Rûsya hêza xwe li derdora Kîevê kom dike

Li Ûkrayna, bêdengî, tirs û xovek mezin heye. 12 rojin li welat şerekî dijwar heye. Êrişên Rûsya yên ketûber, rewşa li welat xistiye nava metirsiyek zêde. Rûsya xwe ji bo êrişa ser paytext Kîevê kom dike. Artêşa Ûkrayna û dilwazên welat jî li nava Kîevê amadekariyên dawî dikin.

Tankên Rûsî ji bo derdora Ûkrayan bigrin, xwe ji êrişeke berfihre re amade dikin.

Bi rojane hêzên Rûsya li bakur û bakur-rojavayê Kîevê dizivirin.

Di demekê ku Rûsya amadekariyên xwe ya dawî ji bo êrişeke li dijî Kîevê dike de, leşkerên Ûkrayna jî xwe amade dikin.

Leşker û dilxwazên parastina Kîevê, bi xurtkirina bendên xwe amadekariyê dikin.

Li aliyê din, ji darên ku ji nava kavilan derdixin jî agir dikin û xwarina xwe çêdikin.

Ûkraynî ditirsin.

Piştî şerê cîhanê yê duyemîn cara yekeme êrişek wisan raste rast li ser Kîevê dibînin.

Lê hêviya xwe winda ne kirine.

Ji ber vê yekê jî du leşkerên Ûkraynayî doh li xaleke benda kontrolê ya li yek ji deriyên Kyivê zewicîn.

Di daweta wan de şaredarê bajêr Vitality Klitschko beşdar bû.

Şahî her çiqas ji yên rewşa normal cuda jî be, lê keyfxweşî li ser rûyê leşkeran xuya dikir.

Berhema êrişa Rûsya ya li dijî Ûkrayna herî zêde li bajarê Xarkov xuya dike.

Lê niha tenê tişta xuya dike, asta êrişa wêrankere.

Li herêma Luhansk agir bi depoyek petrolê ket.

Ji ber şewata derketî li herêmê metirsî çêbû.

Tîmên agirkujiyê jî yekser berê xwe dan herêmê.

Li nava bajarê Pervomaisk bêdengiyek zêde û sermaya zivistanê heye.

Tenê çend kalek mane.

Bajar ji ber şer vale bûye.

Şevê din artêşa Rûsya li ser Kramatorskê kirin.

Di êrişê de dibistan hat armanckirin.

Wezareta Parastinê ya Ûkrayna ragihand ku di êrişê de kuştî û birîndar hene.

Back to top button