HPG: Li Xakurkê 4 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîla li Xakurkê li leşkerên Tirk ên dagirker dan.
Di çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin, 4 leşkerên Tirk ên dagirker jî hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê di daxuyaniyê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de, 21’ê Kanûnê Hêzên me yên YJA Starê ve ji du baskan li Girê Şehîd Axîn a Xakurkê li 2 kozikên dagirkeran xistin.

Di vê çalakiya bi koordîne ku hatiye kirin de derb li dagirkeran hate xistin.

Di encamê de 2 kozikên ku bûbûn hedef hatin rûxandin û bi kêmanî 4 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê diyar kir 18 û 20’ê Kanûnê qada Beşîlî ya herêma Metîna, Qada Kafya a herêma Garê û qada Kunîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir di encama van êrîşan de ti ziyan bi hêzên gerîla nebuye.

Back to top button