Zozan Çewlîk: Ev zivistana dawîn a AKP-MHP’ê ye

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi bîr xist ku deshilatdariya Tirk her sal dibêje ev zivistan a dawî ya PKK’ê ye û got, “Bi berxwedaniya gerîlayan em dikevin zivistana dawîn a hikumeta AKP û MHP’ê. Li ser esasê serkeftinê bi biryardariyeke xurt di sala 2022’an de emê dijmin li Kurdistanê têk bibin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik derbarê berxwedan gerîla ya 2021’an ji ajansa Firatê re axivî.

Zozan Çewlîk diyar kir ku her roja vê salê bi têkoşînek mezin derbas bû, bi taybetî bi serkeftina Garê re pêvajoyek nû despêkir û got:

Serketina li Garê derbeke giran li hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê xist.

Artêşa dagirker ji bo pêşî têkçûna xwe bigre di 23’ê Nîsanê de li ser xeta Zagros, Avaşîn, Basya, Zap û Metînayê êrişeke dagirkerî da dest pê kirin lê li dijî êrişan berxwedaneke dîrokî hate kirin.

Fermandara YJA Starê da zanîn bi berxwedana Mamreşo, Girê Sor, Zendûra û Werxelê gerîlatiya serdema nû pêl bi pêl belav bû û qehremeniyê mezin derxist holê.

Zozan Çewlik destnîşan kir ku dewleta Tirk ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl dida di demeke kurt de encamê bi dest bixe, ji bo bidestxistina tuneleke şer 7 mehan her cure teknîk û çek bi kar anî û got,

“Dîsa jî nekarî berxwedana gerîla bişkîne û bi êrişên kîmyewî gerîla şehîd xistin.

Di encama tarzê gerîlayê nû de dewleta Tirk li qadên Zap, Avaşîn û Metîna têk çû; dîrok careke din bûye şahid ku ruhê fedaî yê Apocî têk naçe.”

Zozan Çewlîk: Divê gelê me xwe ji şerekî mezin re amade bike

Her wiha Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo şerê gerîla yê li Bakurê Kurdistanê jî diyar kir ku derveyî Dersmê hemû êrişên dagirkeriyê hatine pûçkirin.

Zozan Çewlîk wiha dewam kir:

Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê ji ber ku dixwaze têkçûna xwe veşêre, wê ji niha û şûnde jî êrişên dijwar pêk bîne û di vî warî de divê gelê me baldar û hişyar be.

Divê gelê me baş bibîne ku şer wê veguhere rastiya gelekî şer dike û divê rêxistinkirina xwe ya xweparastinê kûrtir bike.

Li ser esasê serkeftinê bi biryardariyeke xurt di sala 2022’an de emê dijmin li Kurdistanê têk bibin.

Fermandara Biryargeha Navendî a YJA Starê Zozan Çewlik bi bîr xist ku deshilatdariya Tirk her sal dibêje ev zivistan a dawî ya PKK’ê ye lê bi berxwedana gerîlayan em dikevin zivistana dawîn a hikumeta AKP û MHP’ê.

Back to top button